Dêrezor: Berpirsê cebilxaneya DAIŞê hat girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Asayîşa Rêveberiya Xweser di operasyoneke taybet de berpirsê cebilxane û çekan ê DAIŞê li rojhilatê Dêrezorê girt.

Navenda Ragihandinê ya Asayîşa Rêveberiya Xweser da zanîn ku hêzên HATê ev operasyon bi piştgiriya Hevpeymaniya Navneteweyî encam daye.

Asayîşa Rêveberiya Xweser li ser mijarê daxuyaniyek da û got ku hêzên wan û Hevpeymaniya Navneteweyî “bermayên şaneyên DAIŞê û komên çete” dişopînin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Hêzên me yên taybet çeteyekî DAIŞê li rojhilatê Dêrezorê girt ku berpirsê cebilxane û çekan bû.”

Hêzên taybet (HAT) ên Asayîşa Hundirîn a Rêveberiya Xweser, do jî li rojhilatê Dêrezorê di operasyoneke taybet de 4 çekdarên Hikûmeta Sûriyeyê girtibûn.