Li Mûşê trênê li makîneya kar xist: Kesek mir û 2 kes birîndar bûn
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê, trênê li makîneya kar a pompeya çîmentoyê xist, şofêrê makîneya kar mir û 2 makînîst jî birîndar bûn.
Trena ku ji Tetwanê diçû Xarpêtê, li Mûşê li makîneya kar a pompeya çîmentoyê xist ku li kêleka rêya hesinî dixebitî.
Bi hêza lêxistinê, makîneya kar bû du parçe û trênê nêzîkî 100 metreyî beşa pêş a makîneyê bi xwe re xijikand û tren piştre sekinî.
Di qezayê de şofêrê makîneya kar Alî Akgul mir û 2 makînîst jî birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, polîs û cendirme çûn cihê bûyerê.
Rêwiyên trênê hatin veguhastin.
Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambulansan birin nexweşxaneyê.