Li Dêrezor û Hesekê 3 DAIŞî hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) ragihand ku hêzên wan li Dêrezor û Hesekê 3 çekdarên DAIŞê girtine.

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) derbarê çalakiyên li dijî şaneyên DAIŞê de daxuyaniyek da.

YPjyê ragihand ku di van rojên ku Tirkiye êrişî Rojavayê Kurdistanê dike de şaneyên DAIŞê jî hewl didin êrişî xelkê bikin.

YPJ di daxuyaniya xwe de wiha got:

“Li ser vê bingehê yekîneyên me yên ewlehiyê bi baldarî li dijî du şaneyên cuda yên DAIŞê rêze çalakî li dar xistin.

Li ser rêya Şedadê-Hesekê li dijî şaneyeke DAIŞê çalakiyeke biserdegirtinê pêk hat û di encamê de 2 çete hatin girtin û mayînek jî hat bêbandorkirin.

Her wiha yekîneyên me li herêma Dêrezorê çalakiyek pêk anî û di encamê de çeteyekî DAIŞî hate girtin û dest bi ser hinek cebilxane de hat girtin.

Bi vî awayî planeke din a DAIŞê hat têkbirin."