Li Dêrsimê otomobilek wergeriya: 2 kes birîndar bûn
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê otomobîlek wergeriya di encamê de 2 kes birîndar bûn.
Li ser rêya gundê Havikpahê yê Dêrsimê otomobîla ku A.K. diajot dikir ji rê derket û di zinareke 60 metreyî de wergeriya.
Di encamê de şofêr û kesê din ê di otomobîlê de O.T.O birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, parastina sivîlan û cendirme çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê birîndar ji otomobîlê derxistin û bi ambulansa veguhestin Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê.
Ji bo derxistina otomobîlê jî dest bi xebatê hat kirin.