Ermenî û hilbijartinên Tirkiyeyê

Stenbol (Rûdaw) - Beriya sala 1915an li Tirkiyê bi milyonan Ermen dijiyan. Piştî qirkirina 1915an hejmara Ermenan gelekî kêm bû. Niha tê texmîn kirin ku li temamê Tirkiyê 70 hezar Ermen dijîn. Ermen di parlamena Tirkiyê de jî nebûna xwedî nûner. Cara destpêkê ji bo hilbijartina 7ê Hezîranê sê partiyên mezin ji Ermenan namzet nîşan dabûn. Di encamê de sê Ermen ketibûn parlamenê. Partiyên siyasî ji bo 1ê Mijdarê jî careke din namzetên Ermen nîşan dane.

 

Beriya hilbijartina 7ê Hezîranê sê partiyên siyasî namzetên Ermen nîşan dabûn û di encama hilbijartinê de 3 Ermen ketibûn parlamenê. Piştî biryara hilbijartina pêşwext hate standin careke din AK Partî, HDP û CHPê namzedên Ermen nîşan dan. Namzedê AK Partiyê Markar Esayan, ya CHPê Selîna Dogan û yên HDPê Garop Paylan û Mûrat Mihçi ne. Partiyên din di lîsteyên xwe de namzetên xwe di heman ciyan de rê dan, lê AK Partiyê ciyê namzetê xwe guherand û du rêz daxist xwarê. Di navbera rêziknameyên her dû hilbijartinan de guhertinên biçûk hatine çêkirin.

 

Fatîh Gokhan Dîler nivîskarê Rojnameya Agosê ya ermeniyên Tirkiyeyê ragihand: “Me di pêvajoya hilbijartinên 7ê Hezîranê de dît ku, civaka Ermenan di warê siyasî de guheriye. Civak polîtîze dibe. Dema em li namzetên partiyan dinêrin, guhertina rêza namzetê AKP, li gor min AKP dixwaze bibêje kesên ku dengên xwe nedin me ez li hember wan zehmetiyan derdixim. Lê di rêziknameyan de em guhertinan nabînin.”   

 

Li Tirkiyê tê texmîn kirin ku nêzîkî 70 hezar Ermen dijîn. Partiyên siyasî bi van namzetan dixwazin dengên Ermenan bigirin. Namzedên CHPê û AKPê bi hinceta dema wan nîne ledwan nedan lê namzetê HDPê Murat Mihçi derbarê dengdêrên Ermen da nirxandin kir.

 

Namzedê HDPê Murat Mihçi ji Rûdawê re got: “Ji berê de em dibînin ku dengdêrên Ermen dengên xwe didin partiyên weke BDP û yên piştî wê hatine vekirin. Bandora namzetên din ava CHP û AKPê de jî wê li ser civaka Ermenan çêbibe. Lê pêwistiya civaka Ermenan bi kesayetiyekî Ermen nîne, bi helwestekê heye.”

 

Her çiqas dengdêrên Ermen zêde diyar nakin ku wê dengên xwe bidin kîja partiyê lê Federasyona Ermenên li Ewropayê bi daxuyaniyekê diyar kirin ku wê di hilbijartinê de piştgiriya HDPê bikin.