Banga birayê pêşmergeyê şehîd ketî: Bibin yek

 

 

Amed (Rûdaw)- Ji bo pêşmerge Metin Koluman yê li Mûsilê dema li şerî dijî rêxistina Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) de şehîd ketî çadira teziye hat danîn.

 

Birayê pêşmerge Metin Koluman yê li Mûsilê dema li şerî dijî rêxistina DAIŞê de şehîd ketî ji Rûdawê re got, “Birayê min sala 1991ê tevlî PKK bûbû. Piştî du salan ji PKKê veqeta û weke pêşmerge tevlî PDKê bû. Ew ji bo parastina welet şehîd ket. Ew şehîdê Kurdistanê ye.”

 

Mehmet Koluman ji bo kurdan banga yekîtiyê jî kir.

 

Hat zanîn Metin Koluman li Herêma Kurdistanê zewicîbû û 4 zarokên wî jî hene.