RAPOR – Mirina ji ber hewaya qirêj herî zêde li Bakurê Kurdistanê ye

Hewlêr (Rûdaw) - Platforma Mafê Hewaya Paqij (THHP) ragihand ku bajarê Colemêrgê yê Bakurê Kurdistanê di qirêjiya hewayê de yekem e.

Li gorî rapora THHPyê mirina ji ber hewaya qirêj herî zêde li Êlih, Şirnex, Muş, Meletî, Îdîr, Riha, Agirî, Dîlokê ye.

Platforma Mafê Hewaya Paqij rapora xwe ya îsal a bi navê “Rapora Reş a 2024an” belav kir ku taybet e li ser qirêjî û pîsiya hewaya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê.

Di raporê de derbarê parêzgehên ku hewaya wan herî qirêj û mirinên herî zêde yên ji ber qirêjiya hewayê û sedemên wê zanyarî cih digirin.

Bajarên Bakurê Kurdistanê yekem in

Bi awayekî balkêş di raporê de derketiye holê ku parêzgehên Bakurê Kurdistanê tevî ku pîşesazî li wan zêde pêşneketiye jî di qirêjiya hewayê de yekem in.

Kordînatora Platforma Mafê Hewaya Paqij Denîz Gumuşel derbarê raporê axivî û ragihand ku zêdeyî ji sedî 92yê tevahiya nifusa Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li gorî standartên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî hewaya qirêj hildimije.

Herî zêde hewaya Colemêrgê qirêj e

Li gorî raporê, kalîteya hewaya parêzgehên Colemêrg, Şirnex, Êlih, Meletî û Mereşê bi rêzbendî 5 parêzgehên sereke ne ku hewaya wan herî qirêj e.

Piştî Mereşê, bajarê Edeneyê di wê rêzbendiyê de 6emîn e, Osmaniye 7emîn, parêzgeha Dîlokê Kurdistanê 8emîn, parêzgeha Kilîsê 9emîn û bajarê Aydinê jî 10emîn bajêr e ku hewaya wî herî qirêj e.

230 kes li Colemêrgê mirin

Li gorî rêjeya nifusê, mirinên herî zêde yên ji ber hewaya qirêj, li Colemêgê ye û îsal 230 kesî li wê parêzgehê ji ber hewaya qirêj canê xwe ji dest daye.

Sala borî Êlih di wê rêzbendiyê de yekem bû.

Piştî Colêmêrgê, di mirinên bi sedema hewaya qirêj de bi rêzê parêzgehên Êlih, Şirnex, Muş, Meletî, Îdîr, Riha, Agirî, Dîlok û çend parêzgehên din ên Bakurê Kurdistanê tên.