Li Agiriyê werşeqa ku nesle wê ber qelanê ye hat dîtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Agiriyê nêzîkî Gola Masiyan bi kameraya telefona mobîl dîmenê werşeqa ku nesla wê li ber nemanê ye hat girtin.

Şivanên ku li derdora Gola Masiyan a bi qasî 30 kîlometroyan dûrî navçeya Avkevirê, heywanên xwe diçêrandin, dît ku heywaneke wehşî xwe nêzîkî kûçikê wan dike.

Şivan bi kamêraya telefona mobîl dîmenê wê heywanê girt ku dike ku êrîşî kuçîk bike.

Ew heywan piştî demekê ji wê derê dûr ket.

Kordînatorê Zanistê yê Komeleya KuzeyDogayê Emrah Çoban piştî nerîna li dîmenan diyar kir ku ew heywana wehşî ya navborî werşeq e ku nesla wê ber qelanê ye.