Li Mêrdînê otomobîl wergeriya: 2 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Artukluyê yê Mêrdîna Bakurê Kurdistanê otomîlek wergeriya, 2 kes birîndar bûn.

Li nêzikî Medreseya Qasmiyeyê otomîlek ji rê derket û wergeriya.

Di encama qezayê de kesên bi navê V.Î û S.P. birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar birin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê.

Li ser rewşa tenduristiyê ya birîndaran ti zanyarî nehatin belavkirin.