LICÊ - Xelk dê li dijî kana sifirê xwepêşandanê bike

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Licê ya parêzgeha Amedê xelk li dijî kanên sifirê ye.

Kolektîfa Parastina Xwezayê ya Licê ragihand ku îro li dijî sazkirina kanê ew dê li cihê daristanê daxuyaniyekê didin û bangî xelk û saziyan kir ku beşdar bibin.

Li navçeya Licê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê tê plankirin ku li ser 700 hektar daristanê ku gundên Zengesor, Heşeder, Mizag, Peçar, Bayirli û Şaxurê li xwe digire kaneke sifirê were avakirin.

Sala 2020an ji bo projeyê rapora “nirxandina bandora jîngehê ne pêwîste” hat dayîn û kompanyayê dest bi kolandinê kiribû.

Di vê çarçoveyê de li herêmê bi hezaran dar hatine birîn û li ser daxwaza şêniyên herêmê Baroya Amedê bi daxwaza “rawestandinê” serî li Dadgeha Îdarî da.

Tevî ku pêvajo berdewam e jî kompanya li herêmê karê xwe bi rê ve dibe.

Ji ber vê yekê jî xelkê navçeyê li dijî vê yekê dê saet 12:00an li gundê Mizagê yê navçeya Licê daxuyaniyekê bidin.

Kolektîfa Parastina Xwezayê banga beşdariyê kir û got ku divê xwedî li jîngeha navçeyê were derketin.