Riha - Pevçûna bi çekan: Bav û 5 zarokên xwe birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Siwêregê ya Rihayê di pevçûneke bi çekan de bav û 5 zarokên xwe birîndar bûn û 5 kes hatin desteserkirin.

Doh êvarê li taxa Abdalagayê ya Siwêregê ji ber sedemeke nediyar 2 grûp pev çûn.

Di pevçûnê de dema ku Medet K. (39) bi otomobîla xwe di cihê bûyerê re derbas dibû saçme li otomobîla wî ketîn.

Di encamê de M.K. (1), E.K. (8), S.N.K. (10), N.F.K. (11), A.K. (13) û M.K. (39) birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar birin Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêregê.

Her wiha li ser bûyerê 5 kes hatin desteserkirin.