5emîn Festîvala Xêzikan a Kadikoyê dest pê kir

Stenbol (Rûdaw) - Li bajarê Stenbola ku wek paytexta çand û hunera Tirkiyeyê tê nasîn, bi hatina payîzê re hejmareke zêde festîvalên pirtûk, muzîk, fîlm û çalakiyên çand û hunerî tên lidarxistin.

5emîn Festîvala Xêzikan a Kadikoyê ji aliyê Mala Karîkaturê ya Şaredariya Kadikoya Stenbolê ve tê lidarxistin.

Festîval dê 3 rojan berdewam dike.

Di çarçoveya festîvalê de atolyeya xêzkirinê, pêşangeh, mezadên pirtûkên xêzkirinê û nîşandana fîlman tên kirin.

 “Festîval her sal mezintir dibe”

Berpirsê Mala Karîkaturê ya Kadikoyê Meriç Karçal got:

“Her sal festîvala me hinekî din mezintir dibe. Li vir 34 standên me hene.

Kovar û weşanên karîkatur û mîzahê, komên xwendekaran, bi taybetî xwendekarên beşa fîlmên kartonî û anîmasyonê beşdar dibin.

Fanzînên serbixwe, xêzevan, platform û komele tên.”

34 weşanxane û kovarên qerf û karîkaturê beşdarê festîvalê bûn lê weşanxane ji ber mesrefên zêde yên çapkirinê bi gilî û gazinc in.

“Karîkatur, qadeke pir biha ye”

Berpirsê Kovara Lemanê Soner Torlak jî got:

“Karîkatur, qadeke pir biha ye. Watê mesrefên çapkirinê giran e.

Mesrefa wê du qat ji mesrefa pirtûkeke normal zêdetir e. Em jî neçar in kêm çap bikin û hilbijêrin.”

Di festîvalê de îlustratorê wêneçîroka ‘Pisîka Xerab Şerafettin’ rastê eleqeyeke mezin a xwîneran hat.

Wênesaz Bulent Ustun jî got:

“Li vî welatî çanda xêzikan pir kevn e. Kevneşopiya Kovara Girgir û Marco Paşa hene.

Çanda kenînê jî wisa ye. Gelek baş e ku Kadıkoy vê çandê didomîne û li Parka Yogurtçuyê xwedî li vê çandê derdikeve.”

Her wiha di festîvalê de berhemên wênesazên girîng ên Belçîkayê bi pêşangeha "Bi xêzeromanan Gera Belçîkayê " cih digre.

“Atmosfera vir pir xweş e”

Xwîner Ozlem Oksuzogluyê jî got:

“Atmosfera vir pir xweş e. Em cara ewil beşdar dibin. Kurê min heyranê wan e.

Em tenê ji bo dîtina wan hatin. Ez şaredarî û ekîba festîvalê pîroz dikim.”

Di çarçoveya 5emîn Festîvala Xêzikan a Kadikoyê de, fîlmên karton û anîmasyonê dê bên temaşekirin.

Festîvala Xêzikan a Kadikoyê ku 27ê Îlonê destpê kir, dê heta 29ê Îlonê berdewam bike.