Gola Masiyan ziwa bû: Bêhna masiyên mirar xelk bêzar kiriye

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Musabeyliyê ya parêzgeha Kilîsa Bakurê Kurdistanê, Gola Masiyan ziwa bû, bi hezaran masî mirar bûn û xelkê navçeyê ji ber bêhna masiyên mirar bêzar bûye.

Gola Masiyan a li gundê Zihikê ya Kilîsê ji ber hişkesaliyê û kêmbaraniyê ziwa bû.

Di encama ziwabûna golê de, bi hezaran masî di nav lîmê de mirar bûn.

Xelkê gundê Zihikê dibêje, “Bi hişkbûna golê re masî mirar bûn û derdor jî pîs bûye.

Her wiha bêhn bi derdorê ketiye û mêş jî zêde bûne.”

Cotkarên gund jî ku piranî karê çandiniya bîberan dikin dibêjin, ji ber ziwabûna golê ew jî di rewşeke xirap de ne û ava wan a avdaniyê nemaye.

Cotkar ji rayedaran dixwazin ku çareyek ji rewşa wan re were dîtin.

Her wiha xelkê gund dibêje, Tîma Jîngeh, Xweza û Parastina Ajalan (HAYDI) çûue gund lê heta niha ji bo çareserkirin vê rewş tiştek nekiriye.