Di êrişa Îsraîlê de fermandarekî bilind ê Îranê jî hatiye kuştin

Hewlêr (Rûdaw) – Fermandarekî bilind ê Îranê jî di êrişa Îsraîlê ya li Beyrûtê de li gel Sekreterê Giştî yê Hizbulaha Libnanê Hesen Nasralah hatiye kuştin.

Supaya Pasdaran a Îranê ragihand, Fermandarê Operasyonên Supaya Pasdaran General Abbas Nîlfiroşan duh di encama êrişa asmanî ya Îsraîlê de li Libnanê hat kuştin.

Artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyekê ragihand ku Sekreterê Giştî yê Hizbulaha Libnanê Hesen Nasralah di êrişeke li başûrê Beyrûtê de hatiye kuştin.

Rêxistina Hizbulaha Libnanê jî li ser hesabê xwe yê Telegramê kuştina Hesen Nasralah piştrast kir.

Ajansa fermî ya Îranê ÎRNAyê ragihand ku di êrişa asmanî ya Îsraîlê de Fermandarê Hêza Qudisê ya Pasdaran a Îranê General Abbas Nîlfiroşan li Beyrûtê hatiye kuştin.

 

Brigadier General Abbas Nilforoushan was martyred in Israel's attack on Beirut along with Martyr Sayyed Hassan Nasrallah. pic.twitter.com/YTNuYm027H

— IRNA News Agency (@IrnaEnglish) September 28, 2024