Li Xarpêtê qeza: 9 kes birîndar bûn
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Depê ya Xarpêta Bakurê Kurdistanê, du otomobîl li hev ketin û di encamê de 9 kes birîndar bûn.
Otomobîla Mîrzalî Y. diajot û otomobîla şofêrê wê Yavuz K. ser rêya gundê Gundegdiyê li hev qelibîn.
Di qezayê de tevî her du şofêran 9 kes birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyer.
Hat zanîn ku rewşa 4 birîndaran dijwar e.
Ambulansan birîndar birin Nexweşxaneya Dewletê ya Depê û Nexweşxaneya Bajêr a Fethî Sekînê.