Eşîrên Erebên Sunî: Emê tevlî Dewleta Kurdistanê bibin

Hewlêr (Rûdaw) – Eşîrên Erebên Sunî ji bo piştgiriya referanduma serxwebûna Kurdistanê li Hewlêrê konferansek pêk anîn û diyar kirin: “Em piştgirî didin referanduma Kurdistanê û hemû cezadanên li dijî Kurdistanê red dikin.”

 

Îro eşîrên Ereb ên sunî li Hewlêrê civiyan û piştgiriya xwe ya ji bo serxwebûna Kurdistanê nîşan dan û ragihandin: “Kurdan Erebên Sunî li Iraqê rizgar kirine, em hemû cezayên li dijî Kurdistanê red dikin.”

 

Berdevkê eşîrên Erebên Sunî Nacih Mîzan di konferansê de diyar kir: “Erebên sunî li Iraqê bi gefan rûbirû mane. Hikûmeta Iraqê bi mezhebî kar dike û bû çar sal çûna me ya ber bi Bexdayê hatiye qedexekirin.”

 

Berdevkê eşîrên Erebên Sunî herwiha got: “Kurd di Iraqa nû de roleke mezin dît. Em hemû cezayên li dijî Kurdistanê red dikin. Emê beşdarî dewleta serbixwe ya Kurdistanê bibin û mafên me dê li Dewleta Kurdistanê parastî be.”

 

Nacih Mîzan destnîşan kir, tiştê ku niha li Iraqê diqewime, ji bo Erebên Sunî karesat e, nûnerên sunî nûnertiya Erebên Sunî nakin, belku nûnerî ji bo ajendayên din dikin û got: “Îro li Herêma Kurdistanê giştpirsiyek hatiye kirin, tiştê ku li ser me dikeve nîşandana helwestê ye. Ev giştpirsî ji bo diyarkirina çarenûsa Kurdan e.” Herwiha got: “Hêzên milîs bi navê Husên, me dikujin, DAIŞ jî bi navê Xweda, me dikuje.”

 

Berdevkê eşîrên Erebên Sunî Nacih Mîzan li ser mijara referandumê ramana Erebên Sunî aşkere kir û got: “Ez bi zelalî dibêjim, Kurdan di hikûmeta Bexdayê de mezhebî û tayîfî dît, Kurdan ji bo welatekî şaristanî, demokratîk û federal li gel Iraqê rêkevtibûn. Lê di 14 salan de ew dewlet bû dewleteke mezhebî û tayîfî, tenê aliyek kontrol dike. Xwezî tenê Erebên şîe yên Iraqê kontrol bikirina, lê ew bîrdozî ji Îranê hawirde kirine hikûmeta Iraqê, loma kes vê yekê qebûl nake.”

 

Nacih Mîzan wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em bû 4 sal li vir in. Dema ku pira Bizêbziyan bi ser me de girtin û em nekarîn biçin Bexda, em 2 hezar û 100 kes çûn Rezaze, kes awirek li me neda. Ev helwest e û ya din jî helwest e. Kurdan deriyên xwe li me vekirin. Ango Kurdistanê Erebên Sunî ji mirineke duserî rizgar kirin. Eger em li aliyê DAIŞê mabûna, emê bimiriyana. Eger em biçûna aliyê milîsan jî bi wê hîsaba ku diçe paytextê, emê bimiriyana û winda bibûna. Weke wan 700 kesên li Seqlawiye û Germe winda bûn. Weke wan kesên zêdetirî hezar kes li Rezaze winda bûn. Herwiha li Samera 1300 kes, li Dore nêzîkî 300 kes û li Tikrîk û Diyale û li hemû wan deveran gelek kes hatin kuştin û winda bûn.”

 

Eşîrên Erebên Sunî di dawiya konferansê de ji bo diyarkirina helwesta xwe ya piştgiriya referanduma serxwebûna Kurdistanê heft xal ragihandin:

 

1- Mafê diyarkirina çarenûsa xwe, mafekî aşkere û siruştî ye û hemû nivîsên olî vî mafî nas dikin.

 

2- Komên mezhebî li dijî me dest bi ragihandina êrişên siyasî kirin û çend kesek bi navê sunî û kesayetên niştimanî kom kirin û bi heman şêweya dijminahiyê li ber suniyan rawestiyan. Loma em van helwestan bi hemû awayî red dikin. Çimku niştimanperwerî kirdar e ne ku diruşm û axaftin.

 

3- Biryarên ku li ser cezadana Kurdistanê, parlementoya Iraqê dane, ji aliyê yasayî û exlaqî ve pesend nîn in. Çimku mafê yasayî ya parlementoyê tine ye ku biryarên bi vî rengî derbixe.

 

4- Hevpeymaniya Şîe, devera Nexîb û sê beşên Enbar, başûrê Samera û Diyale weke deverên nakokî dihesibîne. Em dipirsin gelo Selîm Cibûrî ew şiyan û desthilatî heye bo wê yekê ku rûniştinek saz bike û Hevpeymaniya Şîe razî bike ji bo wê yekê ku di berjewendiya me de deng bidin bo vegerandina deverên navborî?

 

5- Eger parlemento dest ji rola xwe ya çavdêrîkirinê berde, mafê wî nîne biçe nav pisporiyeke din. Dest ji dadgehîkirina kesên berpirs ên dagirkirina Mûsilê, pirsa Spyker, revandina terorîstên li Ebû Xureybê û deverên din û pirsa dizîna mulk û pereyên giştî ku bi sedan milyar dolar in berde.

 

6- Erebên Sunî piştgirî û hemahengiya xwe li gel Kurdistanê radigihîne û rêz li îrade û biryarên Kurdistanê digre.

 

7- Divê parlemento rûniştinek bike ji bo vegerandina awareyên Cerf Elsexr, Yesrib, Selman Beg, Bêcî, Oce, Ezîz Beled û azadkirina desteserkiriyên bêtawan ku ji aliyê milîsên Heşda Şeibî ve hatine desteserkirin ku hejmara wan bi dehan hezar e.