KOBANÎ - Her metroyek çargoşeyê 10 teqemenî hene

Dusseldorf (Rûdaw) – Hat ragihandin li ser her metroyek çargoşe ya axa bajarê Kobanî 10 madeyên teqemeniyê hene

 

Rêxistina mafên mirovan Handicap International, ku niha bi pakkirina Kobanî ji madeyên teqemeniyê mijûl e, diyar kir ku niha derdorê 120 hezar kes li Kobanî dijîn.

 

Rêvebirê Rêxistina Handicap Internationalê Manuel Partouillard diyar kir ku li ser her metroyek çargoşe ya axa bajarê Kobanî 10 madeyên teqemeniyê hene û armanca wan pakkirina bajêr ji wan madeyan e.

 

Partouillard diyar dike ku pakkirina bajêr ji madeyên teqemeniyê şert e da ku niştecihên bajêr vegerin bajêr û bikaribin li wir bijîn.

 

Handicap International ev çend hefte ne ku li Kobanî dîsa dest bi pakkirina bajêr ji madeyên teqemeniyê kiriye.

 

Piştî şerê di navbera DAIŞê û hêzên kurdî de, Handicap International destpêka salê jî çûbû Kobanî, lê di meha Hezîrana îsal de dîsa ji bajêr derketibû, piştî DAIŞê dîsa êrişî bajêr kiribû.

 

Handicap International ji bilî pakkirina bajêr ji madeyên teqemeniyê, pisporên derxistina mayînan jî perwerde dike, herwiha xelkê bajêr derbarê awayê xweparastina ji madeyên teqemeniyê hişyar dike.

 

Rêxistina Handicap International beriya 20 salan ji aliyê bijîşkên frensî ve hate damezrandin û niha li 60 welatan li ser bêtirî 300 projeyan kar dike, piranî jî li cihên ku piştî pevçûnan hatine mayînkirin.