Li Meletiyê pevçûna bi çek û kêran

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanêê di pevçûna bi çek û kêran de kesek bi xedarî birîndar bû, gumanbarê bûyerê hat desteserkirin.

Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Ewlehiyê ya Bajêr li navçeya Meletiya Kevn nîqaşa di navbera V.K û K.Çyê ku berê di navbera wan da neyartî hebûye veguherî pevçûna bi çek û kêran.

Di bûyerê de K.Ç bi giranî birîndar bû.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û tîmên ewlehiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê K.Çyê ku di bûyerê de birîndar bûbû bi ambulansê bir nexweşxaneyê.

Her wiha gumanbar V.K jî hat desteserkirin û demanceya ku di bûyerê de hatiye bikaranîn jî hat bidestxistin.

Hat tesbîtkirin ku metirsî li ser jiyana K.Ç heye.