Li Semsûrê berhevkirina 'Tiriyê Pêxember' dest pê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Tiriyê navçeya Bêsniyê di nava berên tescîlkirî yên Semsûrê de cih digire û wekî "Tiriyê Pêxember" jî tê zanîn.

Serdema berhevkirina tiriyê Bêsniyê dest pê kir.

Ev tirî li navçeyên Bêsnî û Serê Golan ên Semsûra Bakurê Kurdistanê çêdibe û herî zêde tê hişkirin û wekî mewîj tê xwarin.

Guşiyên tirî piştî ku ji baxan tên qetandin, hebên xerabûyî jê tên avêtin, paşê bi rûnê zeytûnan û potasyûmê rûn dikin û didin ber tavê ku hişk bibin.

Serokê Odeya Zîraatê ya Serê Golanê Cumalî Aras li ber serê rez daxuyanî da rojnamegeran û diyar kir ku li hinek derverên navçeyê Tiriyê Pêxember heye.

Ji hilberîneran Hamdî Uçar jî diyar kir ku berhevkirina Tiriyê Pêxember dest pê kir.

"Xêr û bereketa îsal rûyê me geş kir"

Uçar destnîşan kir ku li gorî par xêr û bereketa îsal zêde ye û wiha dewam kir:

"Xêr û bereketa îsal rûyê me geş kir. Ev kar deriyê debara me ye.

Em serê sibehê zû tên û dest bi berhevkirina tirî dikin.

Em guşî bi guşî diqetînin, paşê hebo hebo didin ber tavê ku hişk bibin."