ROJAVA - Ji bo parastina zarokan gavên nû tên avêtin

Hewlêr (Rûdaw) - Desteya Jinê ya Rêveberiya Xweser bi daxuyaniyekê kampanyaya Parastina Mafên Zarokan ragihand.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku parastina mafên zarokan erkekî exlaqî û mirovî ye û berpirsiyariya hemû civakê ye.

Kampanyayê bi dirûşma “Saxlemî û parastin, bipêşvebirin û hişyarîkirin ji bo zarokiyeke saxlem” 21ê Tebaxê dest pê kir û dê 19ê Çiriya Paşîn bi dawî bibe.

Cîgira Desteya Jinê ya Rêveberiya Xweser Sewsen El-Xelefê li ser kampanyayê got:

“Bi sedema şer û her wiha bi sedema êrişên Tirkiyeyê yên li ser herêma me gelek malbat li şûna ku bilîzin û di tenduristiyeke baş de bijîn neçar dibin zarokên xwe bişînin ser kar.”

Bernameya kampanyayê hejmarek çalakiyan li xwe digire ku di nav de lidarxistina civîn û semîneran, her wiha festîvaleke taybet a zarokan heye.

“Dê kursên rahênana geşkirina şiyanên zarokan hebin”

Cîgira Desteya Jinê ya Rêveberiya Xweser Sewsen El-Xelef her wiha anî ziman:

“Di nav bernameya kampanyayê de dê lidarxistina civîn û semînerên li ser rola malbat û civakê ya ji bo parastina mafên zarokan, her wiha kargeh û kursên rahênana geşkirina şiyanên zarokan hebin.”

Krîza bêhtir ji 13 salan li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê bandoreke neyînî ya mezin li ser zarokan kiriye.

Her wiha gelek zarok êdî ji xwendin û perwerdeyê bê par mane û ketine nav bazara kar û debara jiyanê.