Hewlêr (Rûdaw) - Firokeyên şer ên artêşa Tirkiyê duh bi şev di demjimêr 22:00an de Rêzeçiyayên Metînê yê girêdayî navçeya Dêrelûkê ya Herêma Kurdistanê bombebaran kirin.
Welatiyekî wê deverê Fayiq Belaveyî ji Rûdawê re ragihand, “Herêma nêzîkî gundên Sigêrê, Sergelê û Belaveyê zêdeyî mehekê ye car caran tê bombebarankirin lê sivîl li herêmê nemane.”
Sûra Sigêrê lûtkeyekî Rêzeçiyayên Metînê ye li nêzîkî gundê Sigêrê ya nahyeya Dêrelûkê ya navçeya Amêdiyê ye. Di 24ê meha borî de xaleke kontrolê ya artêşa Tirkiyê li wir hatibû avakirin, ew cihên ku hatine bombebarankirin nêzikî wê xalê ne.
Bombebarana şeva borî ya firokeyên şer ên Tirkiyê li Çiyayê Metîn.
— RudawKurdi (@RudawKurdi) August 28, 2022
Welatiyê ku vîdeo ji Rûdawê re şandiye got, bombebaran nêzîkî demjimêrekê berdewam kir. pic.twitter.com/b7ZvCYHnil
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse