Hewlêr (Rûdaw) - Jineke Kurd a 80ê salî ya nişteciha parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê ku zêdeyî çar meh e girtî ye, ji ber bi zimanê Tirkî nizane û wergêr jê re nehat dabînkirin, bê wêya di dema pişkinîna tendirûstî de li Pizîşkiya Dadî ya Stenbolê behsa pirsgirêkên xwe bike, bo girtîgehê hatiye şandin.
Piştî nerazîbûnan, Pizîşkiya Dadî ya Stenbolê roja Şemiyê 27ê Tebaxa 2022ê, di daxuyaniyekê de dibêje: “Makbule Ozer a 80ê salî, roja 24ê Tebaxê bo pêkanîna pişkinîna tendirûstî ji Beşa Jinan a Girtîgeha Wanê bo Stenbolê hatiye şandin. Di dema pişkinînê de ew tevgera ji aliyê tîmê pizîşkî ve jê hatiye xwestin kiriye, di navbera wê girtiyê û tîmê tendirûstî de pirsgirêk çênebûye. Pêdivî bi wergêr nebûye û ne wê û ne jî parêzerê wê daxwaza wergêr nekirine.”
Makbule Ozer ku ji xeynî Kurdî ti zimanekî din nizane di dema pişkinînê de nikariye behsa pirsgirêkên xwe yên tendirûstî bike. Li Pizîşkiya Dadî ya Stenbolê ji parêzera wê Dilan Kunt Ayan re hatiye gotin: “Berê rapor li ber destê me ye, pêwîst nake miwekilê te biaxife.”
Pisporê Pizîşkiya Dadwerî Prof.Dr. Umit Biçer jî tekez dike ku nabe ew kar wek pişkinîn bê hesabkirin û di dema pişkinînê de pêdivî bi axaftina nexweş heye.
Makbule Ozer a 80ê Salî û Hadî Ozer ê 79 salî du welatiyên bi temen û hevjînê hev in. Berê 24ê Temûza 2018an dema tîmên polîs li bajarokê Artemêtan ser bi parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê di operasyonekê de bi ser mala wan de digrin, ligel zarokên xwe hemû hatin desteserkirin.
Di encama wê lêkolîna derbarê wan de destpê kir, bi tohmeta hevkarîkirina PKKê doz li ser wan hat vekirin. Roja Dûşembê 9ê Gulana 2022ê hatin desteserkirin û heman rojê bi biryara Dadgeha Xwecihî ya Wanê bi tohmeta hevkarîkirina PKKê du sal û yek meh ceza li wan hat birîn. Roja Sêşembê 10ê Gulana 2022ê Dadgeha Bilind a Wanê, biryara Dadgeha Xwecihî ya Wanê ya derbarê Makbule Ozer û Hadî Ozerê hevjînê wê de pesend kir û heman rojê bi biryara Dadgeha Xwecihî ya Wanê hatin girtin.
Parêzera wan herdû welatiyên Kurd, Dilan Kunt Ayan dibêje: “Pirsgirêkên tendirûstî yên Makbule Ozer a 80ê salî hene, bi rêjeya ji sedî 52 xwedî pêdiviyên taybet e, nikare li girtîgehê bimîne û pêdiviyên xwe yên rojane cîbicîh bike, lewra me daxwaz kiriye ku cezayê xwe li mala xwe derbas bike, lê Dadgeha Cîbicîkar a Wanê bi hinceta “nebûna derfet û mercê yasayî” daxwaza me red kir.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse