Serokê Komeleya Ehmedî Xanî li Bazîdê jiyana xwe ji dest da

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Komeleya Ehmedî Xanî li Bazîdê û xwediyê rojnameya Dengê Xelkê Bazîda Agirî, Cewdet Baycan koça dawî kir.

Cewdet Baycan duh ji ber nexweşiya kezebê (zaturiye) li Nexweşxaneya Zanîngeha Sedsalê ya Wanê jiyana xwe ji dest daye.

Baycan,du heftî berî niha û ji ber giranbûna nexweşiya wî, ji bo dermankirinê li Nexweşxaneya Zanîngeha Sedsalê ya Wanê hatibû razandin.

Baycan di sala 2005ê de Komleya Ehmedî Xanî û Komeleya Hevkarî û Piştgiriya Lêkolînên Çandî û Zanistî AH-DER damezrandibû, herwiha karê rojnamevaniyê jî dikir.

Cewdet Baycan beşdarî di gelek semînar û sempozymên derbarê helbestvan û rewşenbîrê Kurd, Ehmedê Xanî de dikir û derbarê wî kesayetê mezin ê Kurd de zanyariyên zanistî pêşkêş dikir.