Li Qilaban 3 karker hatin kuştin

Navenda Nûçeyan - Hat ragihandin ku li navçeya Qilaban a Şirnexê 3 karkerên di înşaeta rêyê de dixebitîn ji aliyê gerîlayên PKKê ve hatine kuştin.

 

Li gor daxuyaniya parêzgariya Şirnexê, li herêma gundê Robozikê û Dugundagê û navçeya Qilabanê  karkerên di înşaeta rêya bejayî de dixebitîn rastî êrişa gerîlayên PKKê hatin.


Hat gotin di êrişa gerîlayên PKKê de 3 karker hatin kuştin.


Li gor heman daxuyaniyê ji bo girtina kesên êriş pêk aniye operasyon hate destpêkirin.


Ji aliyê din ve PKKê heta niha derbarê vê bûyerê de ti daxuyanî nedaye.