SÊRT/COLEMÊRG – 2 leşker û 5 cerdevan…

Navenda Nûçeyan – Li navçeya Dihê ya Sêrtê dema ku minîbûsa cerdevanan derbas dibû mayînek hatibû vedan teqiya û di encamê de 5 cerdevan birîndar bûn.

 

Li gor agahiyan li ser rêya Sêrt û Şirnexê li herêma Siçandereyê mayîneke berê hatibû vedan cerdevanên dema ku ji wezîfeyê vegeriyan teqiya.

Di encama teqînê de 5 cerdevan birîndar bûn.

Birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Dihê.

Ji ber teqîna mayînê  boriya ava navçeyê jî teqiya.

Êriş li leşkeran hat kirin

Li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê gerîlayê PKKê li herêma Rûbarokê bi çerkên lûle dirêj û giran êrişî leşkerên Artêşa Tirk kirin.


Li gorî medyaya Tirkiyê di encama êrişê de efserek û leşkerek birîndar bûn û 4 gerîliyan jî jiyana xwe dest da.


Herwiha hat gotin leşkerên li ser sînor bi topan êrişî herêma li bûyer qewimiye.