Zarokê ku ket Çemê Botanê xeniqî

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Berwariyê ya Sêrtê zarokê 9 salî yê ku ket Çemê Botanê xeniqî.

Celîl E.yê ku bi malbata xwe re ji bo seyranê ji navçeya Şaxê ya Wanê çûbû Çemê Botanê ya nêzîkî gundê Belenolukê ya li navçeya Berwariyê ket çem.

Zarok piştî demekî ji ber çavan winda bû.

Li ser agahdarkirinê ekîbên tenduristî, cendirme û ekîbên AFADê yên ji Sêrt û Wanê çûn cihê bûyerê.

Di encama xebata ekîban de cenazeyê Celîl hat dîtin.

Tîmên tenduristiyê cenazeyê ku ji avê hatî derxistin ji bo otopsiyê bir morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Sêrtê.