Mînîbusa karkeran qeza kir: Gelek birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Selîmê ya parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê mînîbûsa karkeran û otomibîlek ki hev qelibîn 8 kes birîndar bûn.

Îro serê sibehê de li navçeya Selîmê ya Qersê mînîbusa veguhestina karkeran û otomobîlek li hev qelibîn.

Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tenduristiyê çûne cihê bûyerê.

Di encama qezayê de 3 ji wan bi giranî 8 kes birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê birîndar birin nexweşxaneyên cuda yên Qersê.

Li ser bûyerê lêkolîn hat destpêkirin.