Tirkiye: Berpirsê PKKyê yê Şingalê canê xwe ji dest da

Hewlêr (Rûdaw) - Medyaya fermî ya Tirkiyeyê ragihand ku “berpirsê PKKyê yê Şingalê Mesut Celal Osman” li Şingalê di êrîşeke esmanî de canê xwe ji dest daye.

Li gorî angaşta medyaya fermî ya Tirkiyeyê, li Şingalê di êrîşeke esmanî de otomobîlek hatiye armanckirin. 

Li gorî vê angaştê, di vê êrişê de “berpirsê PKKyê yê Şingalê Mesut Celal Osman" jiyana xwe ji dest daye.

Herwiha di nûçeyê de hatiye îfadekirin ku Mesut Celal Osman sala 2018an ji Rojavayê Kurdistanê derbasî Başûrê Kurdistanê bûye.

Di nûçeyê de nehatiye diyarkirin bê êrîş kengî pêk hatiye û hûrgiliyên din jî nehatine dayîn.