Li Meletî jin bi destan malên xwe dixemilînin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Erebgîr a ser bi parêzgeha Meletî ya Bakurê Kurdistanê jin bi awayekî xwezayî bi destan malên xwe dixemilînin.

Li gundê Tebde ya ser bi navçeya Erebgîrê ku 20 kîlometre dûrî navçeyê ye jinên gund bi ezmûna xwe ya salan ku bûye wek kevneşopiyekê bi herriyê malên xwe dineqişînin.

Jin destpêkê dîwarên xaniyan bi herriyê siwax dikin û piştre benîştê darên behîvan ku hatiye kelandin pê didin. Her wiha piştî du-sê rojan dema zuha bû li ser vê bi herriyeke din bi tiliyên xwe neqşan li ser dîwaran çêdikin.