HPG: 4 gerîla ji aliyê hêzên Îranê ve hatin kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - HPGê ragihand, ku di şer û pevçûnên navbera gerîlayên wan û leşkerên Îranê de, li Rojhilatê Kurdistanê 4 gerîlayan canê xwe ji dest dane û gerîlayek jî bi birîndarî ketiye destê hêzên Îranê.

 

Baskê leşkerî yê PKKê, HPGê di daxuyaniyekê de aşkere kir, ku li navçeya Mako ya ser bi parêzgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê ve, di encama şer û pevçûnên navbera wan û hêzên Îranê de, 4 gerîlayên wan canê xwe ji dest dane.

 

Di daxuyaniya HPGê de hatiye, roja 2 vê mehê li navçeya Çaldiran a ser bi Makoyê ve di navbera gerîlayên wan û hêzên Supaya Pasdaran de şer derketiye û  di encamê de 3 gerîla hatine kuştin.

 

HPG dibêje, di vî şerî de gerîlayên bi navê Ehmed Yadser navê kod Eng Elemhulî, Mehdî Tekel bi navê kod Rojdî Amed û Firat Akmaz bi navê kod Welat Zîlan, canê xwe ji dest dane ku yek ji wan xelkê Rojhilatê Kurdistanê ye û 2 yên din jî xelkê Bakurê Kurdistanê ne. 

 

HPGê herwiha daye xuyakirin ku roja 23ê meha bihorî jî Supaya Pasdaran operasyonek li navçeya Meydana Dambat li Serhedê li dijî wan pêk aniye.

 

Li gor daxuyaniya HPGê, di wê operasyonê de Supaya Pasdaran a Îranê, Meydana Kevirê Spî topbaran kiriye û şer di navbera gerîlayên wan û pasdarên Îranê de derketiye.

 

Di wî şerî de jî gerîlayekî PKKê canê xwe ji dest daye û yekî din jî bi birîndarî ketiye destê hêzên Îranê.