ÇIYAYÊ KURMANC – Ji gundekî gelek nivîskar û siyasetvan derketine

Efrîn (Rûdaw) - Gundê Tilifê yê herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, nimûneyeke ji gundên herêma Çiyayê Kurmênc, ku bi destekî guh dide berhemên dara zeytûnê û bi destê din guh dide xwendin û zanînê.

 

Hejmara nişteciyên Tilifê nêzîkî 700 kesî ne, bi dehan bijîşk, dermansaz, endezyar û parêzer jê derketine. Herwiha ji vî gundî siyasetmedar û nivîskarên kurdperwer jî derketine.

 

Gundê Tilifê yê ser bi bajarokê Cindirêsê, 12 kîlometreyan li rojavayê bajarê Efrînê ye. Ew wekî hemû gundên herêma Çiyayê Kurmênc, pişta xwe bi darên zeytûnê ve girêdide.

 

Hemwelatî Celal Henan dibêje: “Xelkê vî gundi, zêdetir giringiyê dide çandinî û xwendinê. Gelek kesan ji bo xwendinê milkê xwe firotine.”

 

Gundê Tilifê beriya 100 salan ji nû ve hatiye avakirin û geşkirin. Li gund nêzîkî 40 hezar darên zeytûnê hene. 62 hektar erdê bejî ji bo çandina genim, ceh, nok û nîskan heye. Ji sala 2006ê ve beşek ji zeviyên gund bi ava Bendava Meydankê tê avdan.

 

Ji gundê Tilfê, 19 pizîjk, 8 dermansaz, 14 endezyar û parêzerek derketiye. Herwiha Gundê Tilifê siyasetmedar û nivîskarên kurdperwer jî derxistine.

 

Gora Şewket Nasan li vî gundi ye, ku ew yek ji damezirênerên yekemîn ê partiyeke kurd bû li Sûriyê. Şewket Nasan parêzer herweha helbestvan jî bû û ji bo helwestên xwe yên neteweyî çend caran hatibû girtin.

 

Gora siyasetmedar û nivîskar Kemal Henan jî li vî gundî ye. Kemal Henan kurdînivîs bû û rola sereke di edîtorî û weşandina belavoka Newroz a bi zimanê kurdî digerand. Di sala 2013ê, bi guleya nîşangirekê li Helebê hate şehîdkirin.

 

Gundên herêma Efrînê xwedan roleke mezin a aborî ne li herêmê lê xwende û rewşenbîrên wan jî roleke mezin di pêşxistin û geşepêdana civakî de dibînin. Gundê Tilfê jî nimûneyeke ji 400 gundên herêma Çiyayê Kurmênc.