Dêrik- Xortek ji aliyê asayişê ve hat girtin

Hewlêr (Rûdaw)- Endamekî Tevgera Ciwanên Kurd (T.C.K) li bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê ji aliyê asayişê ve hat girtin.

Endanmê T.C.Kê li bajarê Dêrikê Azad Mihemed ji Rûdawê re ragihand: “Bi hênceta leşkeriya neçar, asayişê endamê me yê bi navê Fener Hemû li cihê karê wî girt.”

Azad Mihemed wiha got: “Fener Hemû ji duhî ve girtî ye û em tiştekî li ser nizanin.”

Li gorî wî endamê T.C.Kê, Hemû xelkê gundê Robariya ye û li Rimêlan fermanber e, herwiha bi dehan xortên din di vê demê de wek wî bo leşkeriya neçar bi zorê hatine girtin.”

Azad Mihemed wiha domand: “Fener Hemû berpirsê Ofîsa Şêwermendiyê di Desteya Dêrikê ya T.C.Kê de û niha xwendina xwe berdewam dike, herwiha bavê 2 zaroka ne.”

Tê zanîn ku Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê di bin navê leşkeriya neçar de rojane xortan bi zorê digire û çekdar dike.