‘Serokên partiyan ji sîstema nû ya hilbijartinan tirsiyan’
Silêmanî (Rûdaw) – Piştî ku qanûna hilbijartinên Herêma Kurdistanê hat hemwarkirin û şêwaza hilbijartinan ji “lîsteya veşartî” bû “lîsteya nîv-vekirî”, partî û hêzên siyasî lîder û serokên xwe nekirin serokê lîsteyên xwe yên hilbijartinan.
Beriya niha dihat gotin ku di hilbijartinan îsal ên Herêma Kurdistanê de serokên partî û hêzên siyasî bibin serokên lîsteyan wan partiyan di hilbijartinan de. Li gorî vê yekê, diviya Celal Talebanî biba serokê lîsteya YNKê, Fazil Mîranî biba serokê lîsteya PDKê, Mihemed Ferec biba serokê lîsteya Yekgirtûya îslamî ya Kurdistanê û Newşîrwan Mistefa jî biba serokê lîsteya Gorranê.
Lê piştî hemwarkirina qanûna hilbijartinan ji aliyê parlamentoyê ve, hilbijartin ji şêwaza lîsteya veşartî bû lîsteya nîv-vekirî û serokên partiyan jî poşman bûn û nebûn serokên lîsteyên hilbijartinan.
Derheqê sedema vê yekê de nivîskar Arif Qurbanî ji Rûdawê re got: “Ji ber ku serok û lîderên partiyan ditirsin di sîstema nû ya hilbijartinan de dengên pêwîst nehînin.
Lê pisporê hilbijartinan dr. Derbaz Mihemed li ser vê mijarê ji Rûdawê re diyar kir ku berovajî Ewrûpa li Kurdistanê serok û lîderên partiyan xwe mezin dibînin û naxwazin bibin endamên parlamentoyê.
Dr. Mihemed her wiha got ku piraniya serok û lîderên partiyan ditirsin û fobiya wan heye ku dengên pêwîst bidest nexin.
Di hilbijartinên sala 2009 a parlamentoya Kurdistanê de ji ber ku sîstema hilbijartinan lîsteya veşartî bû, serokê tevgera Gorran Newşîrwan Mistefa bibû serokê lîsteya hilbijartinan a Gorranê.