Li Mêrdînê traktor bû du parçe: 3 birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) – Li Mêrdîna Bakurê Kurdistanê traktorek qulibî û bû du parçe, di qezayê de 3 kes birîndar bûn.

Bûyerê îro li ser rêya Dêruzehferanê rû da.

Li gorî nûçeya DHAyê, traktor ji kontrola ajokar derketiye, qulibiye û bûye du parçe.

H.Ş., Y.K. û H.B.yên ku li traktorê siwar bûn birîndar bûne.

Tîmên tenduristiyê her sê birîndar rakirine Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînan a Mêrdînê û tedawiya wan berdewam dike.

Li hêla din, li ser bûyerê dest bi lêpirsinê hatiye kirin.