Semsûr - Karkerê ku elektrîkê ew girt mir

Hewlêr (Rdûaw) - Li navçeya Kolikê ya parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê, karkerekî ji ber girtina elektrîkê canê xwe ji dest da.

Li gundê Koçeriyê yê Kolikê, karkerê bi navê Yunus Taşkinê di kompanyayeke avahîsaziyê de dixebitî dema li ser kar bû elektrîkê ew girt û birîndar bû.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê

Tîmên tenduristiyê Taşkin rakir Nexweşxaneya Dewletê ya Kolikê.

Lê tevî midaxeleya li nexweşxaneyê Taşkin canê xwe ji dest da.

Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.