Nerazîbûnên cotkarên Kurd û Tirkmen ên Kerkûkê di cejnê de jî berdewam in
Hewlêr (Rûdaw) - Cotkarên Kurd û Tirkmen ên Kerkûkê li dijî biryara hikumeta Iraqê ya destdanîna ser erdên wan nerazîbûn nîşan didin. Cotkarên ku di roja ewil a cejnê de di bin kon de kom bûn, diyar kirin ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên wan ti sozek nehatiye dayîn.
Şandên Wezaretên Berevanî û Şaredariyan ên Iraqê di mehên borî de serdana gundên Topzawa, Dîbegtepe, Yacî, Tasîn û Qazilyar ên li başûrê Kerkûkê kiribûn û xelkê agahdar kiribûn ku divê ev cih bên valakirin. Her du wezaretan diyar kirin ku biryar hatiye dayîn ku li herêmê xanî bên çêkirin.
Bi vê armancê derdora 500 cotkarên Kurd û Tirkmen ev 29 roj in di konê ku vedane de çalakiyan li dar dixin. Di yekemîn roja Cejna Qurbanê de jî cotkarên Kurd û Tirkmen ji bo ku daxwazên xwe bigihînin hikûmeta Iraqê bang li hikûmetê kirin.
Mamosteyê bi navê Sadiq ji nûçegihanê Rûdawê Hîwa Husamedîn re axivî û got ku zeviyên wan bi darê zorê hatine desteserkirin û ji bo çareserkirina pirsgirêkê heta îro jî nikarin sozekê ji Bexdayê werbigrin.
Mamoste Sadiq dibêje “Mixabin weke serdema rejîma Beesê dest datînin ser erdên me. Banga me ji partî û rêvebirên Kurd re ew e ku xwedî li vê doza dîrokî û netewî derkevin.”
Xwepêşander daxwaz ji hikûmeta Iraqê dikin ku wê biryara serdema rejîma Beesê ku pê dest danîbû ser erdên xelkê betal bike. Li aliyê din hikûmeta Bexdayê jî dixwaze van erdan ji bo projeyên niştecihbûnê bikar bîne.
Di destpêka meha Adarê de, cotkarên gundekî Dakûkê yê li başûrê Kerkûkê, li dijî terxankirina 500 donim zeviyên çandiniyê ji bo "binkeha serbazî" nerazîbûn nîşan dabûn.
Bi taybet piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017ê li Kerkûkê cotkarên Kurd û Tirkmen her tim rastî astengiyan tên.
Cotkarên ku li dijî bikaranîna zeviyên xwe ji aliyê Erebên hawirde ve ku ji derveyê Kerkûkê anîne û li wê derê hatine bicihkirin derdikevin, car caran bi hêzên ewlehiyê re rû bi rû dimînin.
Li gorî maddeya 140 a destûra Iraqê Kerkûk di nav herêmên nakok de cih digre.
Herêmên nakok li Iraqê herêmên ku şert û mercên îdarî û demografîk ji ber polîtîkayên hikûmetên ji 1968 heta 2003 hatine guhertin, dihewîne.
Li gorî destûra bingehîn a Iraqê ku di sala 2005’an de hat qebûlkirin, diviyabû çarenûsa van herêman di dawiya sala 2007’an de piştî sê gavan (asayîkirin, serjimartin û referandûm) li gorî maddeya 140’î bihata diyarkirin. Lê hikûmeta Iraqê heta niha xwe ji avêtina van gavan dûr dixe.