Nêçîrvan Barzanî û Mîr Hazim Tehsîn Beg civiyan
Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Mîrê Êzidiyan Mîr Hazim Tehsîn Beg re civiya û tekez kir ku dê baştir xizmeta Êzidiyan bikin.
Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn ku Nêçîrvan Barzanî îro li Hewlêrê Mîrê Kurdên Êzidî Mîr Hazim Tehsîn Beg pêşwazî kir.
Nêçîrvan Barzanî da zanîn ku dê piştgiriya wan a ji bo Mîr Hazim Tehsîn û Êzidiyan berdewam bike.
Di civînê de behsa rewşa Êzidiyan û mafên wan ên li Îraq û Herêma Kurdistanê hat kirin.
Nêçîrvan Barzanî tekez li ser wê yekê kir ku ew dê di hemû waran de xizmeteke baştir ji Êzidiyan bikin.
Rewşa Şingalê û penaberên Êzidî û jiyana wan a di kampan de mijareke din a hevdîtinê bû.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan #Barzanî û Mîrê Kurdên Êzidî Mîr Hazim Tehsîn Beg civiyan
— RudawKurdi (@RudawKurdi) May 28, 2024
Nêçîrvan Barzanî piştevaniya xwe ji bo Mîr Hazim Tehsîn Beg û mafên Kurdên Êzidî nîşan da pic.twitter.com/iaVwdgRoeJ