Li Semsûrê zarokek di bendavê de xeniqî

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kolikê ya Semsûra Bakurê Kurdistanê zarokek di bendavê de xeniqî. 

Li gorî zanyariyan îro li navçeya Kolikê ya Semsûrê zarokekî 14 salî yê bi navê Bunyamîn Unver ji bo xwe honik bike bi hevalên xwe re ket  Bendava Atatatûrkê.

Lê Bunyamîn Unver piştî demekê ji ber çavan winda bû.

Li ser agahdarkirina hevalên wî, tîmên pêwendîdar çûn cihê bûyerê û wan ew zarok piştî nîv demjimêr ji bendavê derxist.

Tîmên tenduristiyê Bunyamîn Unver veguhast Nexweşxaneya Dewletê ya Kolikê lê tevî hewldanên pizîşkî canê xwe ji dest da.

Bi zêdebûna pileya germayê û hatina demsala havînê li Bakurê Kurdistanê bûyerên xeniqînê cardin zêde bûn. 

Rojane çend bûyerên bi vî awayî li navçe û parêzgehên cûda çêdibin û hinek kes dibin qurbanî.