Herêma Kurdistanê tûşî pirsgirêka kêmbûna avê bûye

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgehên Hewlêr, Duhok û Helebce bo peydakirina ava şîrîn pişta xwe bi herdû avên ser erdê û bin erdê girêdidin, û berpirsên wan jî hişyariyê didin ku ewlekariya avê di metirsiyê de ye.

Nezîr Eshed, Rêveberê Ava Jêrerdê ya Hewlêrê ji Rûdawê re ragihand: “Jiber nebaşbûna birêvebirina avê û guhertina keşûhewayê ji sala 2000  ve berdewamî asta avê ya jêr erdê di daketinê de ye.”

Ji bo dabînkirina ava Duhokê pişt bi ava bendava Mûsilê tê girêdan, li Zawîte û Mangêşkê jî ku pişt xwe bi ava jêr erdê girêdidn, pirsgirêka wan a kêmbûna avê heye.

Vegêr Ehmed, Rêveberê Ava Parêzgeha Duhokê dibêje: “Li ser asta Iraqê, Duhok di rewşeke gelek baş de ye, çimku cihekî guncaw ê erdnîgariyê heye, jiber wê metirsî li ser parêzgehê nîne, lê ev nayê wateya wê yekê ku kêm avê nabe, lema jî ji bo wê jî plan hene.”

Parêzgeha Silêmanî bo ava vexwarinê zêdetir pişta xwe bi ava bendava Dûkanê girêdide.

Koçer Cemal Tewfîq, Rêveberê Bendava Dûkanê ji Rûdawê re ragihand, beramberî sala bihorî, asta ava bendavê 8 metreyan daketiye.

Koçer Cemal dibêje, sedem jî hişkesalî û çêkirina bendavan e ji aliyê welatekî cîran ve, û amaje bi wê yekê jî da ku “îsal kêmtir pirisgirêka ava vexwarinê dibe û zêdetir zeviyên çandiniyê zirarê dibînin.”

Çemçemal jî yek ji wan bajarên ku niha jiber kêmbûna ava şîrîn dinale.

Remek Remezan, Qaymeqamê Çemçemalê dibêje, “rewşa Çemçemlê gihîştiye astekê ku em hem bangewazê bikin, hem hawar bikin, hem daxwaz bikin û hem ricayê bikin ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê. Em rica dikin bigihin hewara qezaya Çemçemalê. Tenê qezaya Çemçemalê nîne, nahiyeya Tekiye, nahiyeya Şoreş, nahiyeya Axceler û beşek ji gundan jî. Niha rewş wiha lê hatiye ku du heftiyan carekê avê bi malan tê dayîn.”

Li Herêma Kurdistanê 17 bendavên mezin û 14 bendavên  biçûk hene, ku şiyana wan a xezinkirina 10 milyar meter sêca av heye.

Herwiha di 9ê Gulana îsal de, wezareta çandiniyê û çavkaniyên avê ya Herêma Kurdistanê plana çêkirina 9 bendavên mezin ên stratejîk li Herêma Kurdistanê ragihand.

Ekrem Ehmed, Rêveberê Giştî yê Bendav û Kogehên Avê li Herêma Kurdistanê destnîşan dike, “li gor plana stratejî 18 bendavên mezin û 250 bendavên biçûk hene, jibo ku ti cihek li Herêma Kurdistanê nemîne av negihê, lê yek ji sedemên cîbicînekirina wê, nebûna vudceyê bûye.”

Di demekê de ku yasaya navdewletî ew çemên ku zêdetirî sînorekî derbas dikin wek milkê giştî binav dike, lê welat pabend nabin. Wek mînak, Îran û Tirkiyê li ser wan çemên ku li nav Herêmna Kurdistanê diherikin zêdetirî 30 bendavan çêkirine.

Bandora pêngava herdu welatên cîran û kêmbûna barnbarînê jî sal bi sal zêdetir zerar jê derdikeve.