RIHA - Cotkarê ku elektrîkê ew girt mir

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Siwêregê ya Rihayê elektrîkê bi cotkarekî girt û cotkar mir.

Hat zanîn ku li Taxa Şekerliyê ya Siwêregê cotkarê bi navê Murat Gengeç ê 48 salî dema dixwest eletrîka bîra avdaniyê temîr bike eletrîkê ew girtiye.

Murat Gengeç bi dijwarî birîndar bû.

Tîmên tenduristiyê Murat Gengeç veguhast Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêregê.

Murat Gengeç ji ber rewşa xwe ya giran tevî hemû midaxaleyan jî li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.