Li Rojhilatê Kurdistanê bihayê goşt zêde bû

Hewlêr (Rûdaw) - Welatiyekî ji Rojhilatê Kurdistanê ku zêdetirî 40 salan e goşt dikire û dibêje dema dest bi kirîna goşt kiriye bihayê kîloyekê sê tumen bûne û niha bihayê kîloya goşt bûye 180 hezar tumen.

Bihayê kîloya goştê sor li bazarên Rojhilatê Kurdistanê di navbera 160 hezar û 200 hezar tumenan de ye; beriya 10 salan 13 heta 20 hezar tumenan bû hêdî hêdî bihayê salane ji sedî 100 zêdetir dibe.

Li gorî rapora Sendîkaya Bazirganên Heywanan a Îranê, xwarina goşt a salane ya ji bo her kesekî li wî welatî ji 12 kîloyan daketiye 6 kîloyan û sedema wê jî zêdebûna bihayê ye. Bilindbûna bihayê goşt, ji ber bilindbûna bihayê heywanên zindî ye.

Sendîkaya Bazirganên Heywanan diyar kir ku bihayê êmê ajelan di sala borî de ji sedî 75 zêde bûye.

Goştê sor berê yek ji xwarinên sereke yên xelkê bû lê ji ber bihabûna wê niha li ser sifreya çîna hejar û çîna navîn kêm tê dîtin.