Endamtiya 5 endamên encûmena bajarê Ûrmiyê hat ragirtin

Hewlêr (Rûdaw) – Endamtiya 5 kesên encûmena bajarê Urmiyê hatine ragirtin û hejmara endamên Kurd ên encûmenê bûn 3 kes.

Qaymeqamê Urmiyê Xulamhusên Emarî îro Pêncşemê 28ê Nîsana 2022an ragihand, bi tawana gendelî û binpêkirina dosyeyên rêveberiya Ûrmiyê endamtiya 5 endamên encûmena bajarê Urmiyê hatine ragirtin.

Xulamhusên Emarî diyar kir ku bi biryara Cîgirê Dozgeriya Giştî ya Urmiyê rê nayê dayîn 5 endaman ku beşdarî civînên encûmena bajêr bibin.

Xulamhusên Emarî navên 5 endamên ku hatine ragirtin ranegihand lê li gorî zanyariyên ku bi destê Rûdawê ketine kesên ku endamtiya wan hatine ragirtin, Mihemed Xelîlpûr, Murteza Pîrî, Husên Penahî, Resûl Esxerzade û Ehed Yûsifî ne û hemû ji pêkhateya Azerî ne.

Xulamhusên Emarî destnîşan kir ku Murteza Behramî, Yaqûb Huseynî, Elî Mistefazade, Tohîd Elînejad û Adil Ezam ku di hilbijartina encûmena bajarê Urmiyê ya sala borî de wek endamên yedek hatin hilbijartin, dê li şûna kesên ku hatine ragirtin dest bi kar bikin.

Encûmena bajarê Urmiyê xwedî 11 endaman e, gera şeşan a hilbijartina encûmenê par hatibû kirin û ji 11 endaman 2 jê Kurd in û 9 endam jî Azerî ne. Ji pênc endamên yedek ên ku li şûna endamên ku hatine ragirtin cih digirin, Yaqûb Hisên Kurd e û çarên din jî Azerî ne.

Berî çend rojan Rêveberê Dadê yê Parêzgeha Urmiyê ragihandibû ku 84 kes bi tometa gendeliyê û binpêkirina projeyên nav bajarê Urmiyê radestî dadgehê hatine kirin.