Nîştecihên Sûr a Amedê ji biryara rûxandina xaniyên xwe nerazî ne

Amed (Rûdaw) - Li navçeya navendî li Sûr a Amedê xaniyên taxên Lalebeg û Elîpaşayê biryar e bêne hilweşandin. Lê belê nîştecihên her du taxan rexne li vê biryara hikûmetê digirin û dibêjin, ew naxwazin ji malên xwe derkevin.

 

Di 26ê Nîsanê de Qayimeqamiya Sûrê di minareyên mizgevtan de ragihand ku şêniyên van herdu taxan xaniyên xwe vala bikin, dê di 2ê Gulanê de dest bi hilweşandinê bikin. Niştecihên taxan jî bertek nîşanî vê biryara ji nişka ve didin û dibêjin ku pereyê ku ji bo buhayê xaniyên wan didin pir pir kêm e.

 

Li gorî biryara hikûmeta Tirkiyê, dê xanî û avahiyên li her du taxên Sûr a Amedê taxên Lalebeg û Elîpaşayê werin rûxandin.

 

Dayîka Zekîya Tanrikûlû ditirse ku xaniyê wê were hilweşandin û bê mal, bê xanî û bê sitar bimîne. Ew li vir ji dayîk bûye, li vir mezin bûye. Yekane sitara malbata wê ya 7 neferî tenê ev xanî ye. Lê belê Qaymeqamiya Sûrê di 26ê Nîsanê de di minareyên mizgeftan bang li şêniyên taxên Lalebeg û Elîpaşa kirine ku dê 2yê Gulanê dest bi hilweşandina xaniyên wan bikin.

 

Zekîya Tanrikûlû li ser biryara dewleta Tirkiyê ya ji bo valakirin û rûxandina xaniyên wan ji Rûdawê re diaxive û dibêje: “Dewlet dibêje xaniyên xwe vala bikin, em dê xera bikin. Ez jî dibêjim ku ez xaniyê xwe nadim. Xaniyê min nû ye. Çi heqê wan heye. Cih û warê min ev der e. Ev 75 sal e ez li vir im. Ma biçin nav gawiran jî gawir vê yekê qebûl dike? Bila ji Xwedê bitirsin, ji pêxember jî fedî bikin. Ez xaniyê xwe nadim. Bila bên bi ser min de xera bikin.”


Niştecihên Sûrê buhayê ku dewletê ji bo xaniyên wan destnîşan kiriye pir kêm dibînin. Ji bo xaniyê du qatî û kargeha Fevzî Bîngol tenê 65 hezar lîre hatiye dayîn. Ku li Amedê xaniyekê herî erzan jî ji 150 hezarî ne kêmtir e.

 

Niştecihê Sûrê Fevzî Bîngol biryara hikûmetê bi tundî rexne dike û ji Rûdawê re giliyên xwe tîne ziman.

 

Fevzî Bîngol got: "Du kargehên min jî di binê xaniyê de min de ne. Ez vî xaniyê xwe nadim 500 hezar lîreyê jî lê tenê 65 hezar dane min. Ma heqê xaniyê min ev e. Ev xaniyê min din jî min 4 sal berê bi 35 hezar lîreyê kirriye, dane min 19 hezar lîre. Ev xesp û dagirkerî ye. Niha cihê min tune ye. Ez çûm TOKIyê jî xanî nedan min. Min got ku li vir xanî bidin min, li vir jî nedan. Min ji parêzerê saziyên dewletê re got ku konek/çadirek bidin min ew jî nedan."

 

Niştecihên Sûrê vê biryarê keyfî û derhiqûqî dibînin û dibêjin ku ger xaniyên wan bi ser wan de hilweşînin ew dê jê dernekevin.

 

Welatiya bi navê Eyşan Dun valakirin û hilweşandina xaniyên welatiyên Sûrê rexne kir û daxwaza xwe wiha anî ziman: “Em dixwazin li ser av û axa xwe min. Bila me ji cihê me dernexin.”

 

Xelîl Balc welatiyekî din ê Sûrê jî diyar kir: “3 xaniyên min ên bi tapû hene, tenê 40 hezar lîre dane min. Ez bi vî 40 hezarî nikarim yek jûrekê/odeyekê jî bikirrim.”

 

Siltan Çakmak jî welatiyekî din ê nîştecihê Sûr a Amedê ye û nêrîna xwe li ser vê biryara Qayimeqamiya Sûrê wiha anî ziman: “Dema kepçe anîn xera kirin, bila min jî tevî kavilên xaniyên min biavêjin wan erdan. Ez dernakevim. Ez dernakevim.”

 

Biryara hilweşandina 850 xaniyên taxên Elîpaşa û Lalebegê di sala 2009an de bi şertê ku zerera welatiyan were qerebûkirin ji aliyê Wezareta Bajarvanî û Şaredariya Amedê ve hat dayîn.

 

Proseya hilweşandina xaniyên her du taxên Sûrê di sala 2010ê de dest pê kir û heta sala 2013ê, 330 xanî hatin rûxandin.