Celadet Bedirxan ne tenê rojnamevan lê helbestvan jî bû

Hewlêr (Rûdaw) – Siyasetmedar û rojnamevanê navdarê Kurd ê ji malbata Bedirxaniyan, Celadet Elî Bedir Xan ku bi karê xwe yê siyasî, zimannasî, Kurdolojî tê naskirin, di warê edebiyat û helbestê de jî çalak bû û helbestên xweş nivîsandine.

 

Siyasetmedar, Kurdolog, zimannas û rojnamevanê Kurd Celadet Elî Bedirxan di 26ê Nîsan a 1893an de li bajarê Stenbolê yê Tirkiyeyê hate dinyayê û di 15ê Tîrmeha 1951ê de li paytexta Sûriyê, Şamê koça dawî kir.

 

Celadet ku wek pêşengê nivîsandina kurdî ya bi tîpên latînî tê naskirin, di heman demê helbestvanekî astbilind û xwedî hestên nazik bû. Wî gelek helbestên hêja nivîsandine wek helbesta Bêriya Botanê, Bilûra min, Were Dotmam, Strana Mirinê û Ala Kurdî û gelekên din.

 

Celadet Bedirxan di esmanê Kurdistanê de mîna heftreng û keskesorê bû. Baxçeyekî rengîn bû û tîrojên wî li hawîrdor belav dibûn. Di hemû waran de, gula Kurdistanê av dida. Zimanzan, şoreşvan, siyasetmedar, rewşenbîr û rojnameger bû. Lê Celadet herwiha xwediyê dilekî nazik û hestên bi kelecan û coşdar bû. Ew hestyar û helbestvanekî pêşeng bû ku wek yek ji hîmdarên helbesta kurdî ya nûjen tê hesibandin. Celadet bi şêweya klasîk jî helbest dihûnadin.

 

Di helbesta Bêriya Botan de, ku ji giyanê Şêx Evdirehmanê Garisî re hatiye diyarîkirin, Celadet Bedirxan dibêje:

 

“Kanî Derwêş ka Herekol, ka Kepir. Ka zozanên bavê-Têlî ka kê bir. Dibêjin ku Burca-Belek hilweşî. Text û bextê botiyan de ka geşî. Seyrangeha Banûwa Zîn ma çi bû. Naxuyin qet xişr û xemlên wê li kû. Ka Azîzan, şêx û seyda û axa. Kanîn ew qesr, tev bilind û tev ava. Kanî Sitî, kanî jinmîr û cêrî. Kanîn ew rim, ka huwêzî, şeşperî. Ka banê me, yê Azîzan, kanî war. Kepirê de ne kozik in, ne jî dar. Beg û axa kanî tovrind, kanî dot. Kanî Xanî, Feqê Teyran û Mela. Yê Cizîrî, ne jî Batê, kes nema.”

 

Celadet Bedirxan di helbesta xwe ya Bilûra Min de, bi gotinên herî xweşik û neqandî, hestên xwe bi vîê rengî dinhwirîne:

 

“Bilûra min a şîrîn, tu di sariya sibehê û hingûra êvarê de hevalê bêhevalan, destbirayê şivan û dilketiyan î. Dengê te hêstirên dilên xemgîran, silava ji hev veqetiyan, girîn û zarîna dilketiyan tîne bîra min. Bilûra min tu yî, xemrevîna terkeserên dinyayê! Dengê bilûra min, çiya û zozanên bilind, kaniyên bi gul û rihan dorgirtî, guhê şkeft û serê zinaran guhdarên te ne! Û sira bayê xerbî te di nav pelên darê de digerîne. Bilûra min, were emê bi wî çiyayê bilind re bi hewa kevin, û bibin cîranê bayên xurt û hevalê kimtên wan yên bi mij û dûman, û tê de dengê xwe berdin, û zarîna dengê me bikeve nav kortal û geliyan û bêcaniya erdên jêrîn bihejîne.”

 

Celadet Bedirxan bi navê Were Dotmam jî, helbestekê diyarî hevjîna xwe Rewşen Xanimê dike û tê de dibêje:

 

“Dotmam. Wilo ye. Heta mirov xwe nas dike, emrê xwe xelas dike. Ez pîr bûme di derxika canê min de çil buhar pişkivîne. Qurma bedena min çil zivistan dîtine. Bi sedan ba û bahozan ew hejandine. Bê hejmar berf û baran tê re çûne. Erê dotmam, keçmama çeleng, tu çûyî, hûn çûn. Em di destê jinên biyanî de. Hûn di bin rikanê mêrên nenas de. Himbizê xwe veke, ez ji te re têm. Min himbêz bike. Min wek mêr, pismam û her tiştê xwe maç bike. Erê dotmam, were xwe berde himbêza pismamê xwe. Ezê ji te re ji zivistana xwe ya sar buhareke germ çêkim. Were dotmam, were dotmam. “