Li Rihayê pevçûn: 4 kes birîndar bûn
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Xelîliyeyê ya parêzgeha Rihayê di navbera du koman pevçûn derket û di encamê de 4 kes birîndar bûn.
Li cadeya Açiksuyê ya taxa Ahmet Yeseviyê di navbera du koman de ji ber sedemeke nediyar nîqaş derket.
Piştre nîqaş veguherî pevçûna bi kêran.
Di pevçûnê de 4 kes birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê birîndar rakirin nexweşxaneyên bajêr.