Li Seqizê 20 berpirs û karmendên şaredariyê hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê 20 berpirs û karmendên şaredariyê bi tohmeta gendeliyê hatine girtin.

Endamekî din ê Encûmena Bajarê Seqiz a Rojhilatê Kurdistanê bi tohmeta gendeliyê hat desteserkirin, bi vê jî hejmara wan kesên li Şaredariya Seqiz bi tohmeta gendeliyê hatine girtin, gehişte 20 kesan.

Dozgerê Giştî yê bajarê Seqiz ser bi parêzgeha Sine Elî Reza Rezapûr ragihand ku bi armanca rûbirûbûna gendeliya aborî û darayî, saziyên ewlekariyê yên bajarê Seqiz endamekî encûmena wî bajarî desteser kirine.

Elî Reza Rezapûr got: “Di dema sala borî de çendîn kes bi tohmeta gendeliya darayî û aborî li vî bajarî hatine girtin û prose jî berdewam dibe.”

Hejmara wan kesên di çend mehên borî de li bajarê Seqiz bi tohmeta gendeliyê hatine desteserkirin, gehişte nêzîka 20 kesan ku 10 kes ji wan bi danîna kefaletê hatine azadkirin û yên din jî hê di zindanê de ne.

Hemû ew kesên hatine desteserkirin fermanberên şaredarî, endamên vê gerê û gerên berê yên Encûmena Bajarê Seqiz, serokê berê yê Şaredariya Seqiz û belênderên ser bi şaredariyê bûn.