Dîmenên nû ji navenda Efrînê gihîştin Rûdawê

28-03-2018
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Efrîn Bazar Jiyan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Zêdetirî 200 hezar kes ji Efrînê koçber bûne û niştecihên Efrînê jî daxwaza xurek û pêwîstiyan dikin ku hêz alîkariyên pêwîst negihiştine bi hezaran welatiyên Efrîna Rojavayê Kurdistanê. Herwiha rewşa koçberên Efrînê jî wek rewşa xelkê nav bajêr xirab e.

 

Dîmenên nû ji navenda bajarê Efrînê taybet ji bo rûdawê hatine şandin. Li gorî dîmenan tevgereke sivik li nava bazarê tê dîtin. Cade û kolan jî tijî paşmayên şer in û şopên wêrankariyê jî li gelek taxên Efrînê diyar in.

 

Çadeye û kolanên bajêr tejî paşmayî ne. Xizmetguzariyên paqijkirina nav bajêr tune ne. Lê îradeya mayina li Efrînê li ser dêmên pîremêrekî diyar dibin.

 

Li aliyekî din wêrankariya hin taxên Efrînê bîneran şok dike. Asewarên wêraniyê li nav malên welatiyan jî diyar dibe.

 

Li Efrînê, ji seat 20.00ê êvarê heta 07.00ê sibê tevgera çûn û hatinê tê qedexekirin. Bi destpêkirina qedexeya çûnûhatinê re tevgera dizî û talankirinê ji aliyê çekdarên desthilatdar ve dest pê dike.

 

Derbarê vê yekê de  rojnamevanê Kurd Ciwan Efrînî ji nav bajarê Efrînê wiha got: “Hêdî hêdî vedigerin lê pirsgirêka avê heye û piraniya dikanan girtine û di heman demê de çekdarên dijbereya Sûriyê asntegiyan ji vegera xelkê re derdixe.

 

Ji seat  20.00ê êvarî heya 07.00ê sibehê qedexeya derketina derve heye û ew çekdarên navê Artêşa Azad li xwe kirine di vê heyamê de malên nehatin talankirin jî talan dikin û diziya mal û milkê xelkê dikin û bi wesayîtan derdixin derveyî bajêr.”

 

Rewşa koçberên Efrînê ji rewşa xelkê nav bajêr xirabtir e. Li gorî çavkaniyekê ji nav koçberan, li ser vê rêbenda Birc Qasê, koçberên ku temenê wan di navbera 20-40 salî de ye ji aliyê hêzên hikûmeta Sûriyê ve têne girtin û hin ji wan ji bo xizmeta serbazî tên birin.Yên ku di rêbendan re derbas jî dibin pereyên pir ji ji hemû aliyan ji wan tên standin.

 

Hejmarek koçberên ku bi meş ji Nubul û zehrayê berê xwe bi meş dabûn Helebê, li nêzîk bajarê navborî ji aliyê hêzên Sûriyê ve hatine girtin.

 

Li gorî çavkaniyekê ji malbata yekî ji wan girtiyan hejmara wan kesên girtî nêzîkî 200 kesî ye.

Tevî hemû zehmetî û metirsiyan, çav û dilê koçberên Efrînê li cih û warên wa ye, pişta xwe didin her deverê û berê xwe didine Çiyayê Kurmênc.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst