Serkirdeyê TEV-DEM: Kes guh nade ENKSê

Hewlêr (Rûdaw)- Serkirdeyekî Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi tundî Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) rexne dike û dibêje, nema ne Herêma Kurdistanê guh dide xeyda ENKSê û ne jî Tirkiye amade ye ku alîkariya wê bike.

Serkirdeyê TEV-DEMê, Nasir Hac Mensur li ser Facebooka xwe ragihandiye: “Em hemû mercên ENKSê bo vegera wan bo nav Lêvegera Siyasî ya Rojavayê Kurdistanê, red dikin.”

ENKS 7 merc bo vegera xwe bo nav Lêvegera Siyasî diyar kiriye, ev jî ew in:

“- Divê em baweriya TEV-DEMê bi karê hevbeş bibînin.

- Divê hêza me ya leşkerî nas bikin û em bi hev re hêzeke leşkerî hevbeş ava bikin.

- Divê li gorî rêkeftina Dihokê em bi hev re Rêveberiya Xweser pêşbixin.

- Girtina xelkê bê rawestandin û hemû girtiyên siyasî bên berdan.

- Encamên hilbijartinên şaredariyan ên Cizîrê bên betalkirin.

- Rê bidin Encumena Xweceyî ya ENKS li Kobanî ku vegerin ofîsên xwe. Herwiha bihêlin xelkê Kobanî ji Bakurê Kurdistanê vegerin ser malên xwe.

- Rawestandina leşkeriya Neçar.”

Nasir Hac Mensur wiha got: “Bo vegera ENKSê, pêwîst e TEV-DEM mercên xwe bavêje ser ENKSê ku careke din nexeyidin û berê xwe nedin serokatiya Herêma Kurdistanê û di rêveberiya xweser de bi awayê niha, beşdar bibin.”

Wî serkirdeyê TEV-DEMê wiha domand: “Dem nema dema berê ye. Nema ne Herêma Kurdistanê guh dide xeyda ENKSê û ne Hevpeymaniya Niştimanî ya Dijbereya Sûriyê (Îtîlaf) kare tiştekî ji wan re bike û ji xwe ne jî Tirkiye amade ye ku alîkariya wê bike. Alîgirên wan jî niha dest ji wan berdidin.”