Li Amedê qeza: 8 birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Yenîşehîrê ya Amedê 2 otomobîl li hev qelibîn û 8 kes birîndar bûn.

Li gorî nûçeya DHAyê, li navçeya Yenîşehîrê ya Amedê 2 minîbûsên rêwiyan hev qelibîn û 8 kes birîndar bûn ku birînên sisêyan ji wan giran in.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê qezayê.

Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambulansan veguhastin nexweşxaneyên bajêr.

Li hêla din, ajansên xwecihî da zanîn ku 4 otomobîl li hev qelibîne û 13 kes birîndar bûne.