Pisporê erdhejê Prof. Dr. Ahmet Ercan hat desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Endezyarê jeofîzîkê û pisporê erdhejê Prof. Dr. Ahmet Ercan hat desteserkirin ji ber çend parvekirinên xwe yên li ser medyaya civakî bi hinceta “handana xelkê bo dijmindarî û nefretê” hat desteserkirin.

Endezyarê jeofîzîkê û pisporê erdhejê Prof. Dr. Ahmet Ercan roja Sêşemê 28ê Sibata 2023an li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê kêmasiyên di erdhejê bi belavkirina çend postan de rexne li hikumetê girtin û got “ji ber ku leşker 2 rojan dereng hatin navçeyên erdhejê destdirêjî li ser hinek jinên bê parastin hatiye kirin.”

Li gor zanyariyên di medyaya Tirkiyê de hatine belav kirin heman rojê Serdozgeriya Komarî ya Meletiyê ji ber belavkirina wan parvekirinan derbarê pisporê erdhejê Ahmet Ercan de lêpirsîn da destpêkirin.

Hat ragihandin ku Ercan heman rojê di çarçoveya lêpirsînê de li parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hat desterkirin û dê piştî karûbarên yasayî bo dadgehê bê şandin.

Ahmet Ercan piştî karvedanan ew parvekirina  xwe û 2 parvekirinên din ên derbarê erdhejê de jê biribûn.